Kiryarên milîsên Artêşa Niştimanî beriya Cejna Remezanê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Derdora 135-140 Malbatên ji Navçeya Bilbilê, ku ji neçarî li Bajarê Efrînê dimînin, ji meha 12an a sala borî ve li benda bersiveke Komîteya Vegerandina Maf û Giliyan dimînin, ku komîta navbûrî soz dabû malên wan ji destên milîsan bîne der û ji wan re vegerîne.
Wê hingê Komîteyê pêşinyar kiribû her malbatek ji wan ku dixwazin malên xwe vegerînin, girêbestên sê mehane çêbikin.
Lê piştî girêbest bidawî bû û bêtirî 5 mehan di ser re borî û Cejna Remezanê nêzîk bû,Eraba Idrîs Fermandarê Milîsên Sultan Murad û biraziyê wezîrê berevaniyê di Hikûmeta Demkî de, telefon wan malbata kir û gefa kuştinê lê xwarin eger kesek ji wan daxwaza vegerandina mala xwe bike.
Roja Sêşemê di 11.05.2021an de, ji ber topbarana tirka, agir bi zeviyên çandiniyê û zeytûnan di navbera herdu gundên Kalûtê û Burc Qasê de ket, ku ji bayê bi hêz jî agir heya roja Pêncşemê bi zeviyan ketibû.
Beriya du hefteyan jî, çekdarên milîsên Hemzata bi hinceta derbasbûna hêzên ser bi rejîmê ve(Hêzên Rizgarkirina Efrînê) bo nav devera kontrola wan, agir berdabûn derdora 70-75 hektar zeviyên çandiniyê û zeytûnan li gundê Beradê û agir berdabûn şivanên gundê Meyasê, di encamê de jî welatiyê bi navê Hec Îsa birîdar ket û çekdaran 110 ji pezî diziyan, ku hinek ji wan ji xwe re serjêkirin û li ser hawirdeyan parve kirin û yên mayî jî li hev parve kirin.
Beriya cejnê jî dîsa ew çekdar hatin êrîşî şivanan kirin, lê şivanan jî bersiva wan da û di encamê de jî çekdarek hate kuştin û yên din jî termê yê kuştî li pey xwe hiştin û reviyan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
15.05.2021