Kuştinên ne naskirî bi awayên ne zelal

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Pêncşemê di 13.05.2021an de 2 çekdarên milîsên Silêman Murad li gundê Qurtqulqê yê Mezin dema ajotina motorê bi awayekî hatin kuştin, herwiha hem dagirkeriya tirk û hem jî milîsên bi ser ve li ser vê kuştinê bêdeng in, ku tê xuyakirin ku kuştineke xwe bi xwe ye di navbera çekdaran de li ser dizî û talaniyê ye.
Girûpeke çekdar ya rûgirtî demjimêr 2 nîva şevê roja Duşemê di 10.05.2021an de li goristana gundê Satiya ya ser bi Navçeya Mabata ve bi komprêsê tirbek kolandin û kesek tê de veşartin, li gorî ku hatiye zanîn yê hatiye binaxkirin ne hawirde û ne çekdar e jî.
Piştî ew kes binax kirin, wan berê xwe da rêya ber bi gundên ser bi navenda navçeyê ve. Heya niha jî kes nizane ew kes kî ye ku bi dizî di nîva şevê de hatie binaxkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
15.05.2021