Taqîgehên pizîşkî li Efrînê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Beriya niha di 10.05.2021an de me beha rewşa kar û xizmetên dermanxaneyan li Bajarê Efrînê kiribû û çi gendelî tê de hene li gel bihakirina dermanî jî û yên lê kar dikin ne xwediyên bawername ne.
Îro em dê behsa taqîgehên pizîşkî li bajêr kir, ku tenê navên bawernamehilgiran li ser tabloyên wan hene, lê yên tê de kar dikin ne xwedî bawername ne ku karibin di warê taqîkirinê de kar bikin, eger bê dîtin jî bawernameyên sexte ne bi pera li Ezaz û Rahî derxistine.
Nexweşekî ku di rojekê de 3 taqiyên xwînê li çend taqîgehên cuda çûkiribûn, ji me re eşkere kir, ku li her derekê encam bi awayekî derketibû, tevî ku wî derdora 40 hezar lêreyên sûrî li çêkkirina wan taqiyan xerc kiribû jî, ji ber vê jî tirs bêtir ketibû dilê wî li dewsa dîtina çareseriyekê ji nexweşiya xwe re!
Piştî rapora me ya berê, Rêveberiya Tendirustiyê li Efrînê 2 barhilgirên tijî derman têk biribûn û li nêzîk gundêTirundê yê ser bi bajêr ve şewitandibûn, ji ber ku derman giştî bi ser ve çûbû.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
15.05.2021