Zindanîkirî ye û li bazarê digere

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Milîsên Ceyş El-Şerqiye gule berdan Hemed El-Casim yê ji gundê Biqris yê Dêrezorê ku ser bi Lîwa Ceyş El-Şerqiye ve ye, ji ber ku wî keçeke bi navê Xalîde hisên Henan, 26 salî ya ji gundê Yalanqozê yê Cindirêseê revand, ku ew keç zimanê wê girane ş di ber gotinan de dimîne.
Di encamê de ew çekdarên navbûrî, ku bi 2 salan hatiye zindanêkirin, bi giranî birîndar dibe û pişt re ji bo nexweşxaneyeke tirka tê veguhestin û pişt re Mîta tirka ketin meselê.
Ger û derketina wî gumanan dixe dilê xelkê di cihbicihkirina biryarên dadgehê di derbarê çekdarên Ceyş El-Şerqiye , ku çawe zindanîkirî be di 10/05.2021an de û li bazarê li Cindirêsê bigere!
Berdana guleyan ser wî çekdarî tirs xiste dilê xelkê, ji ber vê jî xelk û dukandar reviyan ji cihê bûyerê, lê dizan jî hatin cil û xwarin ji bazarê dizîn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
16.05.2021