Şehîdên zindî

NavendaNûçeyan-Efrîn: Beriya dagirkirina Efrînê, Rêveberiya berê hejmrarek mezin ji xortên Efrînê tevlî hêzên xwe kirin û birin eniyên şer bêyî ku tevlî perwerdeya leşkerî bibin, armanc jê ew bû ku bêne kuştin û nave şehîdan ji berjewendiyên xwe re bikar bînin, ku heta niha hinek hene bê serûber in.
Xortê bi nave Mêrvan Mihemed Qere Xoce, ji gundê Sorkê yê Navçeya Reco di despêka hema şeşan di sala 2018an de bi zorê tevlî hêzên YPG kirin û di şer de di 14.03.2018an de birîndar ket, wê hingê bang li hevalê xwe dike lê kes guh nade wî û li şûn xwe dihêlin û direvin û îdîa kkrin ku ewcih kete bin destên çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û piştî çavdêriyê wan dît ku çawe hêzên tirka û milîsên Artêşa Niştimanî wî dixuşînin, ji wê hinge ve çarenivîsa wî ne diyar e.


Herwiha xortê bi nave Ehmed Xelcîko yê ji gundê Umera yê Navçeya Reco, ku ew jî YPG bi dara zorê ew biribûn tevlî xwe kiribûn û biribûn eniyên şer di despêka Adara 2018an de, ji wê hinge ve çarenivîsa wî ne diyar e.


Xortê bi nave Mihemed Ûêxo yê ji gundê Hesend yê Navçeya Reco di despêka Êlûna 2017an de bo neçarî ji bo YPG hate birin û di Sebata 2018an de tevlî eniya şer li deşta gundê Sûrkê li Reco kirin, ji wê hinge ve çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

21.05.20121