Biryara 119 û “Sîstema Rojava”

NavendaNûçeyan-Efrîn: Rêveberiya Xweser li “Bakur û Rojhilatê Sûriyê” li ser pêşniyara rêveberiya şewitandinên giştî ya hejmar 104 di 04.05.2021an de, biryara 119an di 17.05.2021an derxist, ku Kobanê, Minbic û Devera Şehbayê jî li xwe digire.
Ew biryara ku ji hevserokatiya Encûmena Cihbicîkar a rêveberiyê hatiye pesendkirin, ku li gorî wê nirxê benzîn û dîzil 120%-300% tên girankirin, gelek karvedanên nerazîbûnê li pey xwe anîn û bû sedem xelk dakeve kolanan.
Ev biryar tê wateya şerê abûrî li dijî xelkê deverê, bi taybetî ku nirxê dolar geh radibe û geh jî dadikeve, herwiha li gel wê yekê jî belavbûna Korona û demsala çandiniyê ji ber nebarîna baranê gelek kêm e, li gel pêşkêşnekirina xizmetguzariyên pêwîst ji xelkê re( elektrîk û ava vexwarinê) ku bi giştî bandorê dixe ser demsala pembû, ceh û genim jî.
Derxistina vê biryarê li gelê çêbûna çend tiştên girîng çêbû, weke sardana şanda Amerîkî û hevdîtinên wan bi berpirsên rêveberiyê re di 16.05.2021an de ku amerîkiyan li ser parastina ewlehî û aramiya deverê û pêşxistina hewlên rêveberiyê tekez kiribûn, lê tiştê rêveberiyê kir berûvajî gotinên amerîkiuan bûn, bi ser de jê rêveberî pozê xwe bilind dike ku Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li pişt wan e û alîkariyê leşkerî ji bo rûbirûbûna DAIŞê pêşkêşî wan dike, lê behsa alîkariyên madî jî nakin jê re dişînin ji ber parastina bîrên petrol û navendên leşkerî.
Tevî her tiştî jî, derxistina vê biryarê li gel nêzîkbûna lidarxistina hilbijartinên serokomariya Sûriyê hat, ku civaka navdewletî ne rewa dibîne û li dijî biryara 2254 a dîtina çareseriyê ji Sûriyê re ye. Herwiha derxistina vê biryarê di demê de hat ku nîşanên lihevkirineke kurd-kurd a di bin guvaşên navdewletî de nêzîktir dibe li gel dûrxistina kesên ji derve hatine ji nav rêveberiyê ji ber doseyên gendeliyê.
Derxistina vê biryarê nîşaana wê yekê ye ku rêveberî piştî van çend salan ne serkeftî bû, ku nav lê kiribûn Sîstema Rojava û nîşana wê yekê ye ku ti care guh nadinxemên xelkê.
Derxistina vê biryarê tê li gel guvaşên dagikeriya tirk û milîsên bi ser ve li xelkê di ibn destên wan li wan deveran, ku armanc jê ew e pêkanîna guhertina demogarfî û koçberkirina yên mayî jî ji wê derê û derxistina astengiyan li pêş vegera kurdan ji deverên xwe re, herwiha rêveberî jî di hema awayî kar dike ku yê hîn li ser erdê xwe maye, koçber bie û rêgiriyê li ber vegera koçberbûyan dike.
Derxistina vê biryarê tê li gel guvaşên rêveberiyê li kurdan ji ferzkirina bacê, revandina zarokê wan û rezîl û riswakirina xelkê kurd û rêgirtina li ber wan ji bo derketina ji deverên di bin kontrola wan de, kda ku wan weke mertal bikar bînin ji bo parastina rejîma Sûriyê şş li pêş rêxistinên navdewletî bazirganiyê bi wan bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
19.05.2021