Cudabûna pêwendiyên giştî di dema dagirkeriyê de

NavendaNûçeyan-Efrîn: Şêweyên danîna guvaşan li ser xelkê resen ê Efrînê ji bo destberdana ji axê gelek in ku dagikeriya tirk li Efrînê pêk tîne ji bo bicihkirina guhertina demografî.
Beriya bêtirî mehekê, di 14.04.2021an de, welatiyekî efrînî yê bi navê Mistefayê Ehmedê Mistê, 58 salî, ji gundê Qestel Cindo li Navçeya Şikaka/Şera jeneratereke elektrîkê firot kesekî ji Ezazê, lê piştî derbsbûna demekê, ew kes xwest jenetorê vegerîne bi hinceta ku jenerator dizî ye, tevî ku xelkê dîtibû ku wî bi xwe ew jenerator bikar tîna.
Ji ber vê pirsgirêk di navbera herduyan de derket, û piştî şerekî devkî û bi destan, welatiyê bi navê Mistefa depanceya xwe derxist û li yê din xist. Di encamê de ew kes birîndar bû û ji bo nexweşxxaneyê hate veguhestin, lê birîna wî sivik bû, ji ber vê jî Mistefa ji aliyê milîsên Cebhe Şamiyê ve hate girtin û li dawiyê herdu alî li hev hatin û yê birîndar jî pere ji ber birîna xwe ve standin. Tê zanîn ku Mistefa bi tena xwe dijî û carcarna rastî astengiyan ji aliyê çekdaran ve tê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
18.05.2021