Ewlehî û aramî li deverên” rizgarkirî”

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ew deverên di bin destên Hikûmeta dagirkeriya tirk û Hikûmeta demkî ya Opozisyonê de ne, jê re tê gotin “deverên rizgarkirî”ji rejîma Sûriyê, qaşo ew jê baştir in bi xelkê re, lê kar û kiryarên wan li ser erdê berdewambûnek e ji kiryarên rejîma Sûriyê û milîsên bi ser ve.
Yek ji polîsê leşkerî ya ser bi Wezareta Berevaniyê ya hikûmeta demkî ve li gel milîsekî Lîwa Siqûr El-Şemal yê bi navê Ebû Yûsif El-Bexdadî, bi zora çekan dest danîn ser çend dikan û avahiyan, tevî xwediyên wan dukkan û avahiyan li pêş polîsê sîvîl û dadgehê gilî jî vekirine, lê tiştek jê derneketiye ji ber ku ew çekdar bi Mîta tirk ve girêdayî ne û çekdaran dişînin Lîbya.

   
Roja Pêncşemê di 15.05.2021an de fermandrê firqeya Nehan di Artêşa Niştimanî de , Heyder Bihac yê ji devera Neyadîn a Dêrezorê, li gelî çend çakdarine din xwest çend tenekeyên zeytê bi deyn ji zêtfiroşê bi navê Ehmed Bavê Reşîd bikire, lê ji ber ku navbûrî razî nebû bi deyn tiştî bifroşe wî, fermanrê firqeya navbûrî bêzar bû û ji dukanê derket xeber gotin kurdan û çekadran li xwediyê dikanê xistin. Tê zanîn ku Bihac dest daniye ser bêtirî 15 dikanan û çend malan ve di heman kolanê de û bi kirê dide xelkê.

 

Meha borî me behsa kiryarên çekddarên Cebhe Şamiyê( Hesen Şobek-Ebû Cemal, Mihsên û Ebû Cafer) kirin, di ewqafa berê ji xwe re kirine navend, ku her Pêncşem tên wê derê û xelkê ditirsînin, heman weke kiryarln mafiya û pera bi zorê bi ji dukandaran hinceta parastina wan distînin, herwiha li nişteciyê wê kolanê jî pera ferz dikin, xelkê li wan gilî kir, lê tişt jê derneketiye heya niha, ji ber pirştevanê wan Ebû Decanê nahêle kesek tiştekî pê bike.

Rêcistina Mafên Mirovan li Efrînê
16.05.2021