Perwerde û xwendin di bin siya Îslama radîkal de

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji ber girîngiya perwerde û xwendinê berê bêtirî carekê me behsa proseya xwendinê di bin siya dakirgeriyê de kiriye li Efrînê, hikûmeta dagikeriya tirk jî bi rêya destekên xwe hewl dide sîstema xwendin û perwerdeyê bixe bin bandor û siha Ola Îslam ya li ser hizra Ixwan Muslimîn ya tundrew, bi taybetî di qunaxên pêşîn ên xwendinê de, ku sîstema xwendinê ji sîstema îdiylojiya Ocalan ji bo îdiylojiya ola Îslam ya li gor hizra Ixwan Muslimîn hate guhertin û bi îdiylojiya nijadperestî û şovînî ya tirkan ve hate girêdan(nîşanên gurên xuliyeyî).
Dagirkeriya tirk ji despêka dagirkirina Efrînê ve, mamosteyên kurd bi bihaneyên hebûna pêwendiyan bi rêveberiya berê re ji kar avêtin û li dewsa wan ên hawirde destnîşan kirin, ku ne tiştî dizanin û ne jî hilgirên bawernameyan in, tenê Quran ezber kirine û hatine bûne mamoste, hinek ji wan berê tevlî El-Nusre bûn( Desteya Rizgarkirina Şamê) Ceyş El-Îslam û DAIŞê jî bûn. Bi ser de jî waneyên olî hatin zêdekirin, ku ji 2 waneyan kirin 7 wane di her hefteyekê de, ji bilî ku hînkirina çîroka pêxember û ezberkirina Quranê û hînkirina fetweyên olî.
Pirkirina waneyên olî dê nifşekî îslamî ya tundrew çêbike, ku ew jî nîşana Ixwan Muslimîn e, herwiha opozisyona siyasî û leşkerî jî. Ji bo şagirtan nêzîkî xwe bikin, diyariyan didin wan yan jî wan xelat dikin piştî bezberkirina Quranê û wan han didin nimêja berbangê jî bikin.
Ji bilî yê me gotî jî, waneyên hînkirina zimanî tirkî hatiye ferzkirin li ser şagirtan, ku îslamiyên sûrî yên bê pîşe, bi taybetî turkmen jî, beşdarî korsên fêrkirina zimanê tirkî bûn ku karibin wî zimanî bi xwendin bidin.
Eger rasr dagirkeriya tirk û Hikûmeta Demkû ya opozisyonê berketiyê priseya xwendinê û pêşeroja çagirtan in, divê berî her tiştî astê xwendinê firehtir bikin û ew dibistanên di dema şer de têk birine, jinûve ava bikin, ne ji leşkerên tirk û milîsan re bikin navendên leşkerî, ku derdora 45 dibistan hatine têkbirin ji ber şer.
Herwiha dagirkeriya tirk pilan daniye li piraniya gundan mizgeftan ava bikin û xelkê han didin dest ji nimêjê bernedin û beşdarî korsên fêrkirina olî bibin li mizgeftan, ku melayên li gorî xwe li mizgeftan destnişan kirine li dewsa melayên kurd ku ji ber sedemên şovînî û nijandperestiyê ji kar melatiyê hatine avêtin.
Dadwerekî berê yê Ceyş El-Îslam, bi piştevaniya serokê xwecihiya Efrînê Mihemed Seîd Silêman, weke berpirsê beşê perwerdeyê di rêveberiya xwendin û perwerdeyê de li Efrînê hate destnîşankirin. Heman dadwer di germa şerê Xûta de jina hevalekî xwe bi hevalê xwe( Ebû Nesir) re weke jina çaran zewicandibû û eşkere bang li xelkê dike ku jin û keç li ser rû û destên xwe bigirin û hicabê li xwe bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
16.05.2021