Şerê hawirdeyan bi kurdan re bê dawî ye
NavendaNûçeyan-Efrîn: Hawirdeyekî li Kampa li gundê Şêx Bila yê Navçeya Reco dimîne şerê di dukandarekî da ji ber ku razî nebû zembela têkçûyî( henefiye) piştî 10 rojan ji kirîna wê vegerîne. Ji ber vê jî yê hawirde bi xeberan bi dukandarî ket û zembel avête ser wî( Mihemed Emîn Şêx Ebdî) û bi hev ketin, di encamê de birîndar bû û bi 3 kêliyan birîna wî hate dirûtin, yê hawirde gazî joza xwe kir û bi hev re li ser dukandarî kom bûn û lêxistin.
Bûyerên bi vî rengî gelek caran rûdidin, ku her carê hawirde pişta xwe bi çekdaran ve girê didin û yên kurd jî sûjdar derdikevin, bêyî ku karibin mafê xwe bi rêya dadgehan jîî mafê xwe wergerînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
21.05.2021