Bihaneyên girtina welatiyên kurd bidawê nabin

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Milîsên Artêşa Niştimanî ya Sûrî bi her awayî berdewam in di şerê li dijî kurdan de bi her rengî, carnan bi bihaneya pêwendiya bi rêveberiya berê re xelkê direvînin, carnan jî bi bihaneya leşkeriya neçar û derketina nûbedariyê, ew giştî da ku kurdan neçar bikin dest ji mal, milk û erdên xwe berdin û koçber bibin.
Bihaneya herî dawî jî ku kurd pê têne revandin, ew e ku ew diçin li cem Mîta Tirka ji ber dizî û talaniyê li çekdaran gilî dikin. Bihaneya din jî, ku bêtir kurdên Êzdî pê diêşin, ew e ku Kurdên Êzdî tuhmetbar dikin ku ziyanê digihînin ola Îslamî.
Hefteyekê berê, MÎta Tirka û berpirsên ewlehiyê di Feyleq El-Şam de li bajarokê Meydan Ekbesê li Navçeya Reco bi helmeteke ewlehiyê rabûn û telefonên hin welatiyan desteser kirin, ku bizanibin her kes pêwendiya wî-wê bi dijberên “Şoreşeê” re hebin, ew jî ev in:
1- Endan Qenber û hevjîna wî
2- Ehmed Enwer Nasan , hevjîn û zarokên wî
3- Mihemed Mistefa Sîn

Li aliyekî din jî, çekdarên Feyleq El-Şam bi fermandariya Selîl Xaldî û Raid Hîşam ku dest danîne ser bajarokê Meydan Ekbesê li REco, roja Pêncşemê di 27.05.2021an de herdu welatî:
1- Şewqî Mistefa Osman, naskirî bi Şewqî Axa, 65 salî
2- Horo Ehmed, 37 salî
Bi bihaneya pêwendîkirina bi Mîta Tirk re û sîxuriya li ser çekdaran ew herdu revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
28.05.2021