Bindestî di dema azadîxwaz û rûmetxwazan de

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Bi qasî ku diz û serserî li şoreşa Sûriyê siwar bû, di ti şoreûê din de ev tişt nebû, her dizekî xwe kir şoreşvan, çi yên siyasî û çi yên leşkerî.
Berpirsê ewlehiyê li gundê Xelîlaka li Navçeya Bilbilêyê ser bi Milîsên Sultan Murad ve yê bi navê Ferhan, xelkê neçar dike 25 hezar lêreyên sûrî li serê her pakêteke çiloyê reza ber bi çariya mezin ve here li bajêr.
Çekdarên Milîsên Sultan Murad li gundê Bîbaka yê Navçeya Bilbilê bi fermdariya Ebû Umran dîmenên pakîtên çiloyê reza di barhilgiran de digire û daxwaza fatûrê dike.
Berpirsê ewlehiyê yê Ehfad El-Resûl li igundê Hesendêra li Navçeya Bilbilê xortên kurd neçar dike bê beramber jê re palê bikin, yê razê nebe jî tê eşkencekirin û bi bihaneya pêwendiya bi rêveberiya berê re tê tuhmetbarkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
27.05.2021