Diz azadîxwazan dadgeh dikin durûcî bê dang dibin

NavendaNûçeyan-Efrîn: Biryara Dadgeha leşkerî ya Ezazê di berbarê Emîd Ehmed Rehal ya hejmar 295 di 25.06.2020 de bi zindanîkirina wî bi 3 salan, karvedanên mezin li pey xwe anîn ji ber ku ew li dijî Ebû Emşe axivîbû û weke sîxur binavkiribû û gotibû ku ew li ser telefizyonên li dijî şoresa Sûriyê derdikeve, herî dawî jî daxwza dadgehê ji hikûmeta Tirkiyê ku wî radestî dadgeha leşkerî bikin. Ew yek li gel wê yekê hat ku civînên desteya giştî ya Îtîlaê ya dewreya 56 li Ezazê di 20-21.05.2021an de tên lidarxistin.
Ew biryar li gel wê yekê jî hat ku li Mînaya Eskenderona ya Tirkiyê bareke madeyên hişber hate desteserkirin ku biryar bû ber bi Îmerata Erebî birêketib, ku ew bar ji Navçeya Şiyê ve derketibû û gihabû wir, ewlekariya Tirkiyê li Tirkiyê helmeteke girtinê li dijî kesine ser bi milîsên Sultan Silêman Şah ve despê kirin.
Biryara li dijî Rehal ji aliyê efserekî ser bi miliîsêm Sultan Silêman Şah ve hate xwendin,tevî ku kevin e jî, lê ji ber karvedanên gotinên wî li ser fermandrê Emşata, Ebû Emşe, dîsa dubare bibû heta ku Tirkiyê Rehal girt û pişt re bi bihaneyarabûna bi karên li dijî ewlekariya netewî ya Tirkyiê, ew dane ber dadgehê. Herîrî xwest têkevev mesela wî li cem Tirkan, lê Tirkan ew rezîl kir ji ber mesela wî bi ewlehiya netewî ya Tirkiyê ve girêdayî ye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
24.05.2021