Kiryarên hawirdeyan jî ne kêmî yê çekdaran e

NavendaNûçeyan-Efrîn: Sê çekdarên ser bi milîsên Feyleq El-Şam bi fermandariya Ebû Cendel( Birayekê Ebû cendel jî di nava wan de ye) ve, ku dest danîne ser gundê Gewanda yê li navçeya Reco, roja Çarşemê di 19.05.2021an de destdirêjî li ser welatiyê bi navê Şerîf Qenber kirin dema ku li nava zeviya xwe bû û çilo diçinî û bi daran lêxistin. Sedem jî ew ku hevjîna Şerîfî rê neda hawirdeyekê ku pezê xwe li nnava zeviya wan biçêrîne.
Hawirdeyekê li gundê Eltaniya yê Reco ku di destên çekdarên Feyleq El-Şam de ye, roja Duşemê di 17.05.2021an de pezên xwe berdan nava zeviyên şêniyêên gundê, ji ber vê jî şerekî devkî di navbera wan û xortine gund( Gîvara, Arif û Mistefa) de derket û bi hev ketin. Yê hawirde kêra xwe derxist û gefa kuştinê li wan xwar û got ku wî berê jî 2 ji xelkê Cindirêsê kuştine û bi wê yekê serbilind e jî û pişt re gazî mirovên xwe kirin û hatin li wan hersê xortan xistin.
Li dawiyê çekdarên Feyêêeq El-Şam ketin nava wan û doseya wan veguhestin navenda ewlehiyê ya wan li Meydan Ekbesê, ku wan jî hersê xort neçar kirin bi wan hawirdeyan re lihev werin da ku tişt bi wan neyê kirin pişt re.
Dema ku welatiyê bi navê Mihemed Elî Murad yê ji gundê Kefersefrê li Navçeya Cindirêsê bi şêna biryê xwe mijûl bû, bavê cîgirê fermandarê Lîwa Semerqend, Ebû Muhened, pezê xwe berda nava zeviya zeytûnan a welatiyê navbûrî, ku navbûrî bqail çinûbûn û kiribûn kom li wir hiştibûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
20.05.2021