Rewişt û wijdana zindî

NavendaNûçeyan-Efrîn: Di heyva borî de heya niha bêtirî 150 malbatên bi zorê koçberkirî vegeriyan Efrînê, ev jî bû sedem tirk bêtir rê li ber hawirdeyan jî veke ku astenigan li pêş xelkê kurd ê rresen derxînin, ku li dawiyê wan neçar bikin ji Efrînê derkevin.
Herî dawî, xizmetkarekî li mizgefta Brahîm Xelîl a Navçeya Reco, roja Înê di 21.05.2021an de, Suheyb Salim Hemame, ku ji Kefer Heleb e, bi xeberan bi dukandarekî ket, tenê ji ber wî daxwaza deyna xwe jê kiribû.
Piştî şerekî devkî di navbera herduyan de, hawirdeyekî din hate û pişta dukanrê kurd girt; nave dukandar Riyad Bekir e ji gundê Hec Xelîl ê Navçeya Reco, û jê xwest lêborînê ji dukandarî bixwaze û pereyên wî jê re vegerîne.
Em spasiya hesta bilind a vî hawirdeyî dikin ku ti carî zulm û zordariyê li ser kesekî qebûl nake, bi taybetî kiryarên çekdarên pişta xwe dane dagirkeriya tirk û bi kêfa zorê li xelkê dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
23.05.2021