Pişta xwe bi dijminê ve girêdidin

NavendaNûçeyan-Efrîn: Hin erebên ji salên heftê-heştê ve li Efrînê dimînin, piştî dagirkirina Efrînê niha bûne destek ji dijmin re û pişta xwe bi tirk û milîsan ve girêdidin, bi taybetî hin erebên li herdu gundên Qere Tepe û Qestela Kîşik yên Navçeya Şikaka/Şera dimînin, ku kiryarên wan ziyanê digihînin pêkvejiyana ji bêtirî 40 salî ve di navbera kurd û ereban de li Efrînê.
Herî dawî hinek ji wan ereban mala welatiyê bi nave Zekeriya Şêx Nasan yê ji gundê Qere Tepe dizîn, herwiha tiştek ji wan nafilite, heta bigihe xertûmên avê û alavên çandiniyê didizin, ku di nav hevdu de pera kom dikin û didin çekdaran da ku rê li ber wan vekin û her tiştê dixwazin bikin, bi taybetî derxistina kurdan ji wanherdu gundan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
22.05.2021