Qurbaniyên bazirganên şer li Çiyayê Kurmênc

NavendaNûçeyan-Efrîn: Gelek ji welatiyên Efrînê di zindanên çekdaran de ji ber eşkenceyê jiyana xwe di girtîgehan de ji dest dane, îro em dê behsa wan girtiyan bikin ku di girtîgeha Raî de û ji ber eşkenceyê jiyana xwe ji dest dane bikin:
1- Hisên, naskirî bi Heso, derdora 25 salî ji xelkê Kobanê , bi zorê ji bo leşkeriya neçar hatibû birin, piştî şerê Efrînê ku tê de bedşar bibû, ji pişt ve birîndar bû û dûv re Tirkan û çekdaran ew dîl girtin û birin girtîgeha Raî, li wir jî nehate dermankirin, pişt re jiyana xwe ji dest da.

2- Hemze Şaban Brahîm, 24 salî, ji gundê Xelîlaka yê Navçeya Bilbilê, di 23.03.2018an de ji aliyê çekdarên Sultan Murad û Tirkan ve li çarêya gundê Hesendêra tê girtin û pişt re ji ber eşkenceya hovane di girtîgeha Raî de jiyana xwe ji dest dide, ku bi çend cihan parsiyên wî şikestibûn.


3- Menan Birîmo, derdora 26 salî, ji gundê Satiya yê Navçeya Mabata, di 15.04.2018an de li ser rêbenda gundê Kurzêlê yê navenda bajêr ji aliyê çekdaran ve tê girtin û ji ber nexweşiya made ku pê re hebû û pêketina wî bi nexweşiya zerbûnê û derman-nekirina wî, jiyana xwe ji dest dide.


4- Esmet Reşîd Medro, 30 salî, ji gundê Xelnêrê yê navenda bajêr, di 08.09.2018an de bi bihaneya pêwendiya bi rêveberiya berê re ji aliyê çekdarên Ehrar El-Şam ve tê revandin û ji ber nexweşiya wêranê û xwarina ne baş jiyana xwe di girtîgehê de ji dest dide.


5- Mistefa Reşîd( Selahê Reşkê) 31 salî, ji gundê Senarê yê Navçeya Şiyê , di 05.03.2018an de dema bi diya xwe re vedigeriya malê li pêş despêka ketina nav navenda bajêr, ji aliyê çekdaran ve hate revandin,û ji ber pêketina wî bi nexweşiyên weke Rebû û wêranê û dernan-nekirina wî, di Hezêrana 2020an de di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Bavê wî gelek hewl didan cihê lawê xwe zanibe û gelek pere jî rijandin, lê bi wê hesretê jiyana xwe ji dest da û kurê xwe jî nedît.


6- Rizgar Mûse, derdora 26 salî, ji gundê Xezêwiyê yê navenda bajêr, di Adara 2018an de ji aliyê tirka û çekdarên Feyleq el-Şam ve tê revandin û pişt re di Gulana 2020an de ji ber pêketina wî bi nexweşiyan wêranê û derman-nekirina wî, jiyana xwe ji dest dide.

Rêxistina Mafên mirovan li Efrînê
25.05.2021