Teqîneke teroristî li Efrînê çêbû

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja ÇArşemê di 26.05.2021an de pakêtekek teqîner di otombêlekê de li kolana rojhila a rêya Reco ya sereke , li pişt xwaringeha VÎN li Efrînê teqiya. Di encama vê teqînê de hawirdeyekî jiyana xwe ji dest da û neh kesên din jî birîndar bûn, yên birîngiiran ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, herwiha ziyana madî jî gihan avahiyên derdorê.
Jêderan ragihandin, ku kesê tuhmetbar hate girtin, ku otombêl li wê derê sekinandibû, li gorî ku di pereçe vîdiyoyên çavdêriyê dederketibû, lê nasnameya wî eçkere nekirin.
Carcaran ji ber nakokiyên xwe bi xwe di navbera çekdaran de teqînên çêkirî têne encamdan, ku nakokiyên wan jî yan li ser dizî, yan jî li ser kirîn û firotina heşîş û qxçaxiyê ye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
27.05.2021