Çarenivîsa ne nas

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji Adara derbasbûyî ve Mîta tirk û polîsê sîvîl li navenda Navçeya Reco welatiyê bi nave Mesûd Ehmed Osman yê ji gundê Hec Xelîl ji ber perçevîdiyoyeke kevin a wî ku tê de banga sekinandina şerî li Efrînê dike, revandine.
Navbûrî ji bo girtîgeha Navendî (Marartê) hate veguhestin û hîn jî nedane dadgehkirin, tevî ku berê navbûrî ji aliyê hêzên YPGê ve hatibû girtin û YPGê ew li gel 570 girtiyan radestî rejîmê kiribûn, ku wê hinge w neçar kiribûn di perçevîdiyoyê de wan gotinan bêje. Pişt re dadgeha Şmê ew serbest berdabû.
Ji Adara 2018an ve çarenivîsa her yek ji Mihedîn Mihemed Silêman yê ji gundê Goliya yê Jêrîn yê Navçeya Reco û mihemed Mihemed Yûsif yê ji gundê Goliya yê Jêrîn ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
01.06.2021