Çekdar û hawirde û tolhildana ji xelkê û siruştê

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarên Lîwa Weqas ku dest danîne ser gundê Hêkiçê yê Navçeya Cindirêsê, roja Çarşemê danê êvarê di 02.06.2021an de bi ser gundî de girtin û dorpêçeke ewlehiyê bi ser de danîn. Ew jî ji ber ku xelkê gundî li pêş Komîta Vegerandina Maf û Giliyan li çekdaran gilî kiribûn. Herwiha xortê bi navê Elî El-Elî ji gund revand û hîn çarenivîsa wî ne diyar e.
Istixbarata polîsê Sîvîl roja Şemiyê di 26.05.2021an de bi bihaneya pêwendiya bi rêveberiya berê re, welatiyê bi navê Elî Hemza, 65 salî, yê ji xelkê navenda Navçeya Reco, revand û birin girtîgeha Maratê ya li bajêr, lê hîn çarenivîsa wî ne diyar e.
Çekdaran li ser rêbendeke Navçeya Bilbillê, roja Pêncşemê di 24.05.2021an de welatî û şofêrê otobîsê yê bi navê Xelîl Hesen Yûsif yê ji gundê Qurta revand û rêwî jî ji otobîsê daxistin. Beriya mehekê şofêrê navbûrî bi çekdarekî re şerê devkî kiribû, ji ber vê jî ew li ser rêbendê hate revandin.
Hawirdeyê ji bajarokê hirêtanê yê Helebê, yê bi navê Ebû Reşîd û li gundê Gobeleka yê Navçeya Şikaka/Şera dimîne, dest datîne ser guvaşgeheke zeytûnan bi binhaneya ku ew ya rêveberiya berê bû, herwiha pez û çêlên xwe bi kêfa xwe li zeviyên xelkê diçêrîne, bêyî kesek karibe tiştekî jî bêje wî, ji ber vê jî bihna genî bi wê der tev de dikeve û kes nikare li wir bisekine.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
04.06.2021