Çete bacê li xelkê ferz dikin

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarên ser bi dagirkeriya tirk ve berdewam di bin navên cuda de zulm û zorê li ser xelkê zêde dikin û bacê li wan ferz dikin. Herî dawî, Milîsên Silêman Şah( Emşat) bi fermandariya Ebû Emşe, ku destv danîne ser gundê Navçeya Şiyê, roja Şmiyê di 29.05.2021an de li du ji şêniyê gundê Qermitliqê 8 tenekeyên zeytê bê sedem ferz kirin, ew jî ev in : Zehredîn Hebo û Mistefa Elî Bekê.
Çekdarên Lîwa Semerqend ku dest danîne ser gundl Dala, Remedana, Rûta, Hec Qasim, Hec Hesna û Mist Eşûra, di hefteya borî de li serê her rezekî 400 lêreyên sûrî li xelkê ferz kir ku rê bide wan herin çilo biçinin. Zeviyên ku xwediyên wan koçber bşne, bi bihaneya pêwendiya wan bi rêveberiya berê re zeviyên wan hatin desteserkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

31|05|2021