Hewara pîrejineke Efrînê

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Pîrejineke efrînî bang li sazî, rêxistinên mirovî û navdewletî dike çavên xwe ji ber tawanên çekdaran li Efrînê negirin, ku çi tînin serê xelkê sîvîl.

Çekdarên Milîsên Lîwa Semerqend, ku dest danîne ser çend gundên Navçeya Cindirêsê, roja Sêşemê di 25.05.2021an de ji ber nakokiya bi hawirdeyekî re li ser çêrandina pezî li nav zeviyên kurdan, destdirêjî bi xelkê de kirin û eşkence kirin.
Milîsêm weqas ku dest danîne ser gundên Hêkiçê, Merwaniyê yê Jêrîn û Jorîn, Senarê û Anqelê, li ser her pakêteke çilo 400 lêreyên sûrî ferz kirin û bi qasî 4 hezar lêreyên sûrî(1 $) li serê her tenekeyeke eytê ferz kirin ku ji gundê ber bi çarşiya mezin ve derkeve, herwiha li ser her dewarekî 50 lêreyên tirk ferz kirin.
Herwiha çekdarên navbûrî, rê li ber xelkê digirin bi tirekrorên xwe avê bikşînin û li wan ferz dikin ku pera bidin çekdarên wan, da ku ew avê jê re bîbin, bi wate ku pera bi zorê ji xelkê bistînin, ku her tankeke avê bi 7 hezar lêreyên sûrî dike.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
31.05.2021