Ji qurbaniyên desthelata Rêveberiya Xweser

NavendaNûçeyan-Efrîn: Bi bihaneya pêwendiya bi rêveberiya berê re, çekdaran jina kurd a bi navê Mewlîde Nuhman ya ji gundê Bozîkê yê ser bi navenda bajêr ve di 26..06.2019an de revandibûn û xistibûn girtîgeha Raî, ji ber eşkenceya hovane di 03.05.2021an de jiyana xwe ji dest da, çekkdaran jî gotin ku ji ber kirîza dilî wê jiyana xwe ji dest daye û divê malbat termê wî bibe.
Rihmetî nexweşiyên Rebû, Şekir û dil pê re hebûn, vê dawiyê jî zarokên wê ji aliyê çekdaran ve rastî guvaşên çekdaran dihatin, ku çekdaran daxwaza perea ji wan diikir ku diya wan serbest berdin.
Beriya vê me eşkere kiribû ku di demên cuda de, 7 welatiyên Efrînê di girtîgeha Raî de ji ber eşkennceyê jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
31.05.2021