Tirka gundên Şêrawa da ber topan

NavendaNûçeyan-Efrîn: Topxaneya Tirkiyê ji bingehên xwe yên leşkerî ve ji Gundên Tilifê yê Cindirêsê û Meryemînê yê navenda bajêr, gundên Navçeya Şêrawa ku di bin destên rejîmê û hêzên bi ser ve ne da ber topan, bi taybetî gundên Suxenakê, Bênê û Aqîbê, di encama vê topbaranê de ziyanên madî gihane malên sîvîlan û tirektoran, herwiha pez hatin kuştin.
Ji ber topbaranê agir bi zeviyên genimî, cehî û zeytûnan ket, ji tirsa berdewambûna ketina topan, xelkê nikarî ji wargehên jêrzemînê derkevin û wî agirî vemrînin, bi taybetî li Burc Qasê, gundê Mezin, Kalûtê û Çetel Zaretê.
Çekdarên milîsên ser bi Tirkiyê ve hewl dan xwe bigihînin gundê Saxunekê, lê mayînek di wan teqiya û hewla wan têk çû, ji ber vê jî pevçûn di navbera herdu aliyan de derketin. Zanyariyên ketine ber destan dibêjin ku ji herdu akiyan kuştî û birîndar hene, birîndarên çekdarên ser bi Tirkiyê ve ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatin vegihestin.
Çekdarên Feyleq El-Şam li gundê Burc Hêderê, piştî armanckirina hêzên ser bi rêjîmê ve otombêleke leşkerî ya wa û kuûtina 2 çekdaran û birîndarkirina yên mayî, qedexeya derketina derve ragihandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
03.06.2021