Mayîn li Şehbayê qurbaniyan çêdikin

 

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Mayînek goşî a kevin li derdora gundê Babins ya Şehbayê roja Şemiyê di 05.06.2021an de ji ber pê lîstinê, teqiya û di encamê de 2 zarokên gundi birîndar bûn û ji bo nexweçxaneya Avrîn a li Fafînê hatin veguhestin, ew her yek ji Ebdilkerîm Silêman, 11 salî ûCelal hisên yê 16 salî bûn. Ebdilkerîm ji ber giraniya birînda wî ji bo nexweşxaneya Helebê hate veguhestin.
Beriya niha jî me behsa wê yekê kiribû, ku Rêveberî bi erkê xwe ranabe û wan mayînên ji ber rêgiriya li vegera xelkê diçîne, paqij nake, ku armanc ji kiryarên wan ew e ku xelkê ji xwe her tim weke mertal bi kar bînin û zarokên xelkê jî bi zorê tevlî hêzên xwe bikin.
Li aliyekî din jî zarokê 14 salî Selam Şebabo li ser rêya Fafînê bi qezayeke tirafîkê de jiyana xwe ji dest da, ku ji ber nebûna cîhazên pêwîst, zarok li nexweşxaneya Avrîn jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
06.06.2021