Revandina welatiyan

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Welatiyê bi nave Zekeriya Sefer Diyab yê ji gundê Aqîbê yê Efrînê piştî derketina berî 8 salan ji Efrînê ji ber kiryarên rêveberiya berê, xwest careke din vegere ware xwe, lê ji aliyê çekdarên Fyleq El-Şam ve bi bihaneya kirina leşkeriya neçar di Gulana 2021an de tê girtin û ji bo navenda wan ya ewlehiyê ya li gundê Îska ya Cindirêsê tê veguhestin, û heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Malbata wî jê re parêzerek jî girtine û heya niha bêtirî hezar dolarên amerîkî ji bo serbestberdana wî xerc kirine, lê hîn negihane ti encamê, tevî ku navbûrî ji ber leşkeriya neçar û ferzkirina bacê ji Efrînê beriya 8 salan derketibû.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
06.06.2021