Topbarakirina tirkan ji deverên kurdan re

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji ber topbarana tirk ji devera Şêrawa ya Efrînê û derdorê re , ku di bin destê rejîm û aliyên bi ser ve de ye, keça kurd a 14 salî, Zêneb Brahîm Hisên, a ji gundê Kalûtê roja Înê di 04.006.2021an de jiyana xwe ji dest da û her yek ji bavê wê, 50 salî, û birayê wê Bekir yê 11 salî jî birîndar bûn û ji bo Bajarokê Zehra hatin veguhestin ku bêne dermankirin.
Topxaneya tirkan bêtirî 1100 top û rokêt avêtibûn ser devera Şêrawa û ziyanên madî û canî jî çêkiribûn, herwiha agir bi zeviyê zeytûnan ketibûn, ku ji gundê Aqîbê heya bi gundên Saxunakê, Burc Qasê û gundê Mezin agir pêketibû.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
06.06.2021