Armanckirina kurdan bi bihaneyên nijadperestî û ne rast

NavendaNûçeya-Efrîn: Mîta tirk li gel polîsê ssîvîl li navenda Navçeya Reco , roja Duşemê di 07.06.2021an de polîsê kurd Hesan Hemîd Horo, 40 salî, yê ji gundê Bilîlka yê Reco girtin. Navbûrî ku xwarziyê serokê Encûmena Xwecihî yê Reco ye jî, bi bihaneya ew di Newrozekê de li Kobanê cilên kurdî li xwe kirine hate girtin û ji ber vê jî ew ji kar avêtin, ku bibû 3 sal jê kar dike.
Herwiha polîsekî din ê kurd yê bi navê Neşet Mûse yl ji gundê Gewanda li Reco di heman rojê de girtin û bi bihaneya kirina leşkeriya neçar di dema rêveberiya berê de, ji kar avêtin.

Roja Duşemê di 07.06.2021an de Mîta tirk li gel polîsê sîvîl welatiyê bi navê Fêsel Reşîd yê ji gundê Hec Xelîl û endamên tîma Luqah Sûriye revandin, ku beriya demeke dirêj li ser Facebookê kiryarên çekdaran şermezar kiribû. Navbûrî di dema rêveberiya berê de jî bêtirî carekê hatibû girtin.
Hewlên tirk û milîsên bi ser ve armanc jê ew ne ku xelkê rresend ê kurd ji Efrînê neçar bikin koçber bie û dest mal û milkê xwe berde, ku pişt re dest deynin ser her tiştî, ji ber vê jî em dibîînin ku çawe bi ser malan de digirin û desteser dikin, demsalan desteser dikin, karmend û mamosteyan jî ji kar davêjin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
09.06.2021