Rûnkirinek di derbarê wan herdu perçe vîdiyoyan de

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Di van çend rojên derbasbûyî de 2 perçe vîdiyo hatin belavkirin, yek a çekdarekî Milîsên Sultan Murad ê bi navê Mihemed El-Ebdela, naskirî bi Ebû Hewas bû, ku bi depancê dikeve dermanxaneya Hekîm a nêzîkî zîvroka Newroz a li ser rêya Reco, ku tê de gefan li dermansazî dixwe, a diwê jî heman çekdar derdikeve ku ji aliyê polîsê leşkerî ve bi şexsiyetkirina leşkerî hatiye girtin û gefên zindanîkirinê lê dixwen, ji ber vê jî ,me xwest di vê derbarê de ji xelkê û raya giştî re vê şanoya çûkirî rûn bikin:
1- Dermanxaneya Hekîm, ku niha hawirdeyekî ji Helebê tê de cih girtiye û bawernemeyeke sexte, bi 50 $ li Ezazê, kiriye û pê kar dike, berî şerê Sûriyê, ew kes di warê kirîn û firotina kelûpelên xwarinê dikir, niha jî xwe kiriye dermansaz.
2- Dermanxane bi xwe ya dermanszê kurd Ednan Cemîl Mistefa yê ji gundê Kokanê ye, lê piştî kurd hatin koçberkirin, di nava wan de dermansazê kurd Ednan bi xwe jî, yê hawirde hate destê xwe danî ser dermanxaneya wî û tê de kar, dema Endan dibihîse çi bi serê dermanxaneya wî de tê, ji bêzarî ve nexwe dibe û filceya dil pê re çûdibe, ji ber vê jî jiyana xwe ji dest dide.

Armanc ji belavkirina van vîdiyoyên şanogeriyê, ew e ku bi xelkê bikenin û li pêş wan xwe bidin xuyakirin ,ku her kesê navûnîşana Artêşa Azad a ser bi dagikeriya tirk xirab dike, siza didin û rê li ber kesekî venakin wisa bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
07.06.2021