NavendaNûçeyan-Efrîn: Pakêteke teqîner sibeha Roja Sêşemê di 08.06.2021an de li Taxa Mehmûdiyê li nêzîkî Dibistana Pîşesaziyê bi otombêla perwerdesazekî çekdaran ê bi navê Ebû Umer yê Milîsên Ehrar El-Şerqiye ve teqiya û ziyanên madî şêkirin. Carcaran teqînên bi vî awayî ji ber nakokiyên xwe bi xwe yên çekdaran tên çêkirin, ku ew jî li ser dizî, talanî û destdirêjiyê ne.
Çekdarinde rûgirti nîva şevê roja Duşemê di 07.06.2021an de bi ser mala kalemêrê kurd ê bi navê Ehmed Hesen Reşkêlo, naskirî bi Ehmedê Erendê, de girtin, ku navbûrî ji gundê Erendê yê Navçeya Şiyê ye û li Taxa Jorîn li navenda Cindirêsê dimîne.
Dizên çekdar ên rûgirtî kalemêrê 75 salî girtibûn û têra xwe eşkence kiribûn, dest û lingên wî jî girêdabûn ku derneke derve, pişt re dizan çi zêrên hevjîna wî û pereyên wan di malê de dîtibûn, dizîbûn û reviyabûn. Dema ew diz ketin mala kalemêrê navbûrî, bilind bang dikirin: Bijî Artêşa Niştimanî, Ellahû Ekbes Ellahû ekber, em şoreşgerên Azadî û Rûmetê ne !
Rêxistina mMafên Mirovan li Efrînê
08.06.2021