Jandirmeyên tirk li bingeha leşkerî li gundê Çê yê Navçeya Reco, roja Yekşemê di 06.06.2021an de welatiyê bi navê Dêrsim Mamo, 27 salî, dema şivantî dikir, girtin û eşkence kirin û pişt re birin bingeha xwe ya leşkerî û pişt re radestî polîsê sîvîl kir.
Li gundê Şingêlê yê Navçeya Bilbilê jî çekdarên Hemzata bi fermandariya Ebû Zekûr, yê ji Til Rifatê, 2 qantir ên Bekir Mûse yê ji gundê Gawinda yê Recodesteser kirin, tê gotin ku çekdar dixwazin wan di qaçaxiyê de bikar bînin û pê êzênga jî bar bikin.
Herwiha milîsên Sultan Murad li gundê Qestelê Xidriya li Bilbilê, hefteya bûrî deh serî dewar ên erebê bi navê Fayiq Tewfiq ku ji 7 salan ve li gundî dimîne, dizîn.
Ji ber vê jî nema em dikarin bêjin ev tiştên têne kirin, kiryarên tekane ne, lê belê û ya rast ew e ku kiryarên rêbazkirî ne ddagirkeriya tirk û milîsên bi ser ve dikin, da ku kurda neçar bikin ji erd û mala wan dibûr bixînin, ku ereb û turkmenan li dewsa wan bicih bikin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
12.06.2021