NavendaNûçeyan-Efrîn: Milîsên bi navê polîsê azad li Navçeya Mabata, roja Sêşemê di 15.06.2021an de, xortê 30 salî yê bi navê Husnî Mihemed Şêx Mihemed yê ji bajarokê Meydankê yê Navçeya Şikaka/Şera dema belavkirina kelûpelên xwarinê li gundan, revandin û heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Navbûrî, ku xêzandar e bavê 2 zaroka ye, beriya niha du caran hatiye revandin, cara yekê di Nîsana 2018an de bû, ku bêtirî salekê li girtîgeha Ra’î û piştî dayîna pera, dadgehê ew bêguneh derxistibû, ya diwê jî di Tebaxa 2020an de bû, ku polîsê leşkerî ew revandibû û neçar kiribû pera dibe heta serbest bê berdan.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
16/06/2021