Di bin navl dayîna Bacê de ferzkirina dayîna pera

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Mutez Ebdila fermandrekî milîsên Hezata ye û dest daniye ser gundê Maratê yê ser bi bajêr ve, biryarek derxist û li ser zimanê waliyê tirk li Efrînê, ku divê bacê li ser milkê koçberan bo zorê ji Efrînê derketine, kom bikin, bi taybetî yên berên xwe dane Herêma Kurdistanê, Heleb û Şehbayê, ku serê her dareke zeytûn 4-10 dolar ferz kiriye ku wekîlê koçberan karibe milkê wan rake û deyne, tevî ku di dema demsala zeytûnan de ew wekale ku ji Encûmena Xwecihî hatibûn derxistin, red kiribûn û li ser her darekê 5 dolar ferz kiribû.
Herwiha fermandarê navbûrî dibêje yê bacê nede, wê milkê wê/wî bibe para endamên Îtîlafê, ku tenê heyama mehekeê dane xelkê bacê bidin.

Li gundê Kefer Rûmê yê ser bi Şikaka/ Şera ve hawirde pezê xwe berdidin nava zeviyên kurdan û guh nadin ti biryarên encûmenên xwecihî, ku li igorî birayên encûmenan, her kesek pezê xwe di nava zeviyekê de biçêrîne, divê li serê her yekê ji wan 2 hezar lêreyên sûrî bie, lê ev biryar li ser serê hawirdeyan nayê bicihkirin û tenê li ser serê kurdan bicih dikin. Ne ev tenê jî, hîn bi ser de hawirde çekan dikşînin ser kurdan eger kesek ji wan re bêje na, bi bihaneya ku erd ya Hikûmeta Tirkiyê ye!

Li gundê Erendê yê Şiyê jî hawirde û çekdaran roja Pêncşemê di 24.06.2021an de agir berdana daristanên derdora gundî, ku bêtirî hektarekî şewitandin, eger tîmên parastina sîvîl destêwerdan nekiriba, wê firehtir biba.
Li aliyekî din jî,polîsên leşkerî û sîvîl li rêbendên bajêr kurd bêzar dikir û tenê daxwaza nasnameyên wan dikirin, hinek ji wan neçar bibûn peran bidin, da ku di rêbendan re derbs bibin.

26.06.2021

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê