Zincîreya teqînên terorîstî li Herêma Efrînê

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Zincîreya teqînan li Efrînê her berdewam e, herî dawî jî pakêteke teqîner bi otombêleke Hyundai ve sibeha roja Pêncşemê di 01.04.2022an de li nêzîk lîstgeha bajêr teqiya.
Di encama wê teqînê de, şofêr û xwediyê xwaringeha Diyar ê bi navê Mehmûd Cuma yê ji gundê Enabkê yê ser bi Navçeya Bajêr ve birîndar ket û ji bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hate veguhestin, ku lingekî wî hate birîn.

Herwiha roja Sêşemê di 30.03.2021an de li Taxa Mehmûdiyê ya Bajarê Efrînê, piştî pevçûnên xwe bi xwe di navbera çekdaran de li ser bareke hebeyên hişber, otombêleke din teqiya.
Her dema çekdar xwe bi xwe li ser dizî, talanî û desteserkirina milkên kurdan radibin hev, teqînên terorîstî yên bi vî awayî çêdibin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
01/04/2021