i ber lezbûnê zarokek jiyana xwe ji dest dide

NavendaNûçeyan-Efrîn: Li Taxa Mehmûdiyê a Bajarê Efrînê roja Duşemê di 05.04.2021an de çekdarekî bi otombêla xwe li zarokê 6 salî Murad Mezlûm Mihemed xist û ji ber lezbûna zêde ya otombêlê, zarokî jiyana xwe ji dest da û ji ber qedexeya derketina derve ji ber Korona, malbatê zarok bi êvarî berî despêkirina qedexeyê veşartin.
Malbata zarokî dixwaze li wî çekdarî gilî bike, lê ji tirsa gef û tolhildanê newêre. Ew çekdar jî nû ji Libiya vegeriya û otombêleke nû jî dajo.
Ev ne bûyera yekê ye li Efrînê wisa ku çekdar bi otombêla xwe li xelkê dixin û diçin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
06/04/2021