Rûs sînorê Idlîbê bombebaran dikin û tirk ji Efrînê bersivê didin

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Îro danê nîvro roja Çarşemê di 07.04.2021an de balafirên şer ên Rûsiya Çiyayê Şêx Berekat û bajarokê Darazê yê di bin destê tirkan û çekdarên bi ser ve de bombebaran kirin, herwiha rûsan navendeke din a tirkan li nêzîkî gundê Basilê yê Efrînê bombebaran kir û hate gotin ku 2 leşkerên tirk jî jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber vê jî tirkan jî Efrînê ve bi moşekan gundên kurdan, Aqîbê û Keştearê, yên di bin destê rejîmê de topbaran kirin. Hat gotin ku leşkerekî artêşa rejîmê tê de hate kuştin û çendine din jî birîndar bûne, ji bilî ziyana gihayî malên sivîlan li derdorê.

Ji ber vê jî, weke bersivdayînekê li ser topbarana tirkan, rejîmê û hêzên bi ser ve bi 4 moşekan bajarê Efrînê armanc kirin, ku moşek li nêzîkî kolana Vêlata, Nexweşxaneya Dêrsim û rêya Cindirêsê ketin û di encamê de jî çend leşkerên tirk birîndar bûn û ziyan giha dikan û malên derdorê jî. Ev jî bû sedem ku metirsî têkeve dilê xelkê û demeke pir bi tirs derbas bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
07/04/2021