Vegera ji bo axa bapîran despêka dawiya êşê ye

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Li ser torên civakî wêneyeke kaxezekê hate belavkirin, ku hate gotin balafiran ew avêtine, tê de wisa hatibû nivîsandin :
„Baweriya bi PKK’ê weke baweriya avê bi êlekê ye, tiştê berî sê salan li Efrînê bûye mînaka herî diyar e. Li hember vê banda Qendîlê ya derewçîn serî hildin û xwe rizgar bikin, xwe û zarokên xwe xilas bikin û ji vê derê birevin, ji ber ku dema vegera mafê xelkê despê dike û xelkê resen yê xakê dê vegere. Yê hate agahdarkirin bê lome ye“

Ne girîng e, kî ew kaxez ji asmanî ve avêtiye û ne girîng e çi tê de hatiye nivîsandin, lê tiştê girîng ev rastiya ye, ku vegera xakê ji bo xelkê wê ye resen e, ji ber vê jî divê xelkê me yê koçber li kampan hatine girtin, derkevin û vegerim mal û ser milkên xwe, her kesê rêgiriyê li ber vegera xelkê bike jî, dijminê kurda ye li Efrînê.

Herwiha bi rêya nûçeya vekişîna hêzên rûsî û ketina hêzên îranî ji bo parastina Nibol û Zehra, tê diyarkirin, ku rêveberiya xweser xelkê li kampan digire û bazirganiyê bi wan dike, her wek çawe bazirganî bi Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî kir, ew jî bi danpêdana fermandarê HSD Mezlûm Ebdî ( Şahîn Çîlo) bi xwe dema gotibû ew hatin neçarkirin li Efrînê şer bikin.

Ti xilasbûna xelkê me yê kurd li deverên dagirkirî ji bilî Vegerê tine ye, da ku bi vî awayî ajendeyên îdiyolocî û bawermendî, pirojeyên niştecîkirinê û guhertina demografî, dizî û destdanîna ser mal û milkên xelkê tine bikin.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
15/04/2021