Rastî û guhertina wê ji hev dûr in

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Di salvegera roja Derxistinê ya 17ê Nîsanê de, em çend pirsan ji Îtîlafa sûrî, ji serok û herdu cîgirên wê re, dikin, madem ew dibêjin ew nûnertîya rewa ya gelê Sûriyê li deverên dî bin destê wan de dikin, û bila bersiva kolana kurd li Efrînê bidin:
Ma gelo serokê Îtîlafê û herdu cîgirên wî, dikarin şêrê Endarê yê ji bazilt, ku berî sal û nîvekê hate dizîn, vegerînin û lêpirsînê bi dizan re vekin? Tevî ku hatiye piştrastkirin ku li Tirkiyê ye.
Gelî ew dikarin daxwaza navên kesên pirsgirêkên wan çareser kirine û malên wan vegerandine ji Komîteya Vegerandina Mafan û Giliyan bikin?
Gelo ew dikarin ji polîsên leşkerî û yên sivîl daxwaza aramiyê bikin û navên terorîstên ku bêtirî 135 teqînên terorîstî kirine, eşkere bikin û bidin dadgehê?
Ma gelo dikarin daxwaza hejmara kuştiyên milîsan ji hikûmeta demkî û aliyên ewlehiyê bikin û sedemên şerê wan yên xwe bi xwe eşkere bikin?
Ma gelo dikarin daxwaz ji hikûmeta demkî û aliyên peywendîdar bikin sedemên birîna darên bi berhem û darên daristana li Efrînê çi ne, ku çekdar û hawirde wan daran dibirin û çend jî wan dane dadgehê jî ber vê yekê?
Ma gelo dikarin daxwaza navên wan bandên çekdar (mafiya) bikin, ku xelkê direvînin?
Ma gelo dikarin bi sozên xwe pabend bin ku dane xelkê, ku xelk her kes vegere malên xwe û malên xwe vegerînin?

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
20/04/2021