Ji kiryarên dizan li Efrînê

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji bo şerê li dijî kurdan û derxistina şerekî tayifî tijî nijadperrstî bi rêya rêxistin û saziyên îslamî bi belavkirina hizra DAIŞê û desteya rizgarkirina Şamê, dagirkeriya tirk çekdar û hawirde li gel hêzên wan ên leşkerî anîn Efrînê û rê li ber wan vekir her tiştî bikin.
Li Navçeya Mabata roja Çarşemê di 21.04.2021an de hawirdeyekî Xûtaya Şamê ku weke mîkanîkî ya otombêlan kar dike li gel bira û kesekî din bi çakûçê li serî û destê welatiyê bi navê Mistefa Brîm Henan, 33 salî, xistin û di encamê de ew jî bo nexweşxaneyeke Bajarê Efrînê veguhestin, ku li navenda tendirustiyê li Mabata serê wî bi 7 kêliyan dirûtin.
Herwiha şivanên hawirde li hevjîna Kalo Brahîm xistin, ji ber ku ew razî nebû hawirde pezên xwe li bexçeyê wî biçêrînin.

Çekdarên Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam ku destên xwe danîne ser gundê Birc Ebdalo, qedexeya derketina derve bi êvarî ragihandin, da ku bi kêfa xwe diziyê bikin, roja Çarşemê di 21.04.2021an de wan çekdaran bi fermandariya Ebdo Osman dest danîn ser otombêla Fiat a welatiyê bi navê Osama Malik Keyalî, herwiha dest danîn ser milkên malbata Şêx Umer û dane merivên xwe.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
23/04/2021