Serhildana Vegerê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Pêwistiya Efrînê bi kesekî tine ye êşên wê di pêşengehên pera nîşan bide yan bidestxistina navûdengekî û cihekî civakî, lê belê pêwistiya Efrînê bi her kesê ku karibe êşên wê sivik bike û wê ji nav vê bobelatê xilas bike heye, ku bi destên kesine, xwe di şev û rojekê de kiribûn serdar û digotin em Efrînê diparêzin, kete vê rewşê.

Bi helkefta bîranîna sêyemîn a Serhildana Vegerê, em ê çend zincîreyan di vê derbarê de belav bikin û binyada serkeftina wê ya qebûlkirî û astengiyên hatibûn pêş jî eşkere bikin. Dîsa jî em soz didin li ser vê rêyê berdewam bin heta bi serxistina wê.

Xeleka yekê
Pêşgotin:
Sê sal li ser dagirkirina Efrînê û du sal li ser dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ve derbas dibin, ku di van salên borî de tawanên rêbaz û rêxistinkirî li ser bingeha rêkeftinên herêmî-navdewletî hatin encamdan, weke Rûsya û Tirkiyê ve û erêkirina rejîm û Îranê û bi bêdengiya amerîkî û ewropî, lê ev yek jî berê bêtir dihêle em li ser rêya me dest pê kiriye berdewam bin heta bidestxistina mafên xwe û peydakirina aramî û aştiyê.

Dagirkeriya tirk destê xwe danî ser tevahiya Efrînê (ji bilî çend gundên Şêrawa) û kurdên wê koçber kirin û berê opozîsyonê guhert û li dijî kurdan ew har kirin û bi wan dane fêmkirin ku kurd dijminê rast ên xîlafeta Osmanî û pirojeyên îslamî(niştecihkirin) li hember ereba ne.
Opozîsyonê soz dabû ku kurdan tine bikin û dîroka wan jî nehêlin û yên mayî jî bavêjin girtîgehan, herwiha tirka soz dabû piştgiriya leşkerî bi çekan bide oposizyonê di şerê wan bi tirka re, ku piştî wê erdên kurdan bidin ereban û ereban jî Şam, Hums, Hema û Xûtayê derxînin û li Efrînê di bin siya tirkan de bicih bikin.

Kûrdan jî tekezkirin, bi taybetî yên xwedî bawernameyên bilind û saziyên civaka sivîl li Kurdistana Sûriyê bi giştî û li Efrînê bi taybetî, ku ew ku li ser doza xwe li gor pîvanên navdewletî berdewam in û ew hêviya gel in, tevî bobelat û qurbaniyên mezin, û soz didin dest ji axa xwe bernedin û ji bi pûçkirina wan pîlanên dijî man qurbaniyan jî bidin heta roja azadiyê hilê û aramî û ewlehî vegere.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
05/05/2021