Ji kiryarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî

NavendaNûçeyan-Efrîn: Milîsên Feyleq El-Şam yên destên xwe danîne ser gundê Kibaşînê li Navçeya Şêrawa, roja Şemiyê di 01.05.2022an de bi ser malên çend şêniyên gundê girtin û bi tuhmeta derketina nûbedariyê di dema rêveberiya berê de ew girtin, ew jî ev in:
– Smaîl Cimo Heyder, hîn çarenivîsa wî ne diyar e
– Izedîn Cimo Heyder, serbest hate berdan


Li aliyekî din jî çekdarên Emşata bi fermandariya Ebû Emşe, roja Çarşemê di 28.04.2021an mala rihmetî Hesen Nebo( naskirî bi Hesenê Palo) ji binî hilweşandin û destên xwe danîn ser perçek erd bi qasî 500 mitir ducar ji bo geraca otombêlên çekdarên xwe çêbikin.
Çekdaran malek û du dikanên Ehmed kurê Hesen Nebo hilweşandin, herwiha birayê din yê bi navê Ednan jî avahiyeke wî ku hîn dihate avakirin, birayê din yê bi navê Ferîd jî mala wî a kevin hilweşandin.

04/05/2021

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê