Banga vegerê

NavendaNûçeyan-Efrîn: „ Di bin navên parastina Efrînê ji top û bermîlên balafiran ên rêjîma sûrî û yekrêziya mala kurd, Efrîn bi destê ên ji derve hatine û siloganên mezin, hate firotin.“
Xeleka diwê
Piştî êrîşa tirka li ser Efrînê, qunaxa pêkanîna tawanên şer û qirkirina bi kom destpêkir, ku nîjadperestî û kiryarên ne mirovane ji revandin, eşkencekirin û kuştina kurdan heta ku bi wan re giha bidestxistina pera bi rêya fidyê ji xwediyên girtî û revandiyan, destpêkir
Berî em behsa aliyê din a xelkê Efrînê bikin, bi taybetî nistimanperweran, çi endamên partiyan bin û çi jî yên serbixwbûn in, çi jin û çi mêr dibin, xwende yan nexwende dibin, endezyar û mamoste dibin yan jî şagirt û xwendekar dibin, ku her aliyekî dixwest heta dikarin bi kêmtirîn ziyan ji nava vî şerî derkevin, çi ziyanên madî, canî û abûrî bin.
Lê divê em hinekî paş ve vegerin û zanibin çawe proseya avakirina avahiyan li Efrînê bi pêş ket û çawe rejîm ji ber wê yekê nerazî bû, bi taybetî piştî zêdebûna rêjeya kesên xwende û xwedî bawername, bi taybetî yên zanîngehên taybet dixwendin, û pirbûna fabrîkên pîşesazî û destî yên klasîk û cihên geştyariyê, rejîm ji vê pêşketinê bi tirsê hest kir, ji ber vê jî rejîmê xwest re li ber vê gava pêşketinê bigire, rabû ew bi tuhmetên ne rewa tuhmetbar kirin û astengî li pêş partiyên kurd derxistin, herwiha axaftina bi kurdî jî qedexe kirin û di warê rewşenbîrî de jî astengî derxistin û rê li ber komên filoklorî girtin ku karibin dîroka gel nîşan bidin.

06/05/2021

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê