Çekdaran tiştek nehiştin û bi serê kurdan nekirin

NavendaNûçeyan-Efrîn: Şivanekî hawirde xwest pezê xwe di nava zeviyê welatiyê bi navê Mihemed Elo yê ji gundê Kêla yê Navçeya Bilbilê de biçêrîne, lê ew razî nebû û rabûn hev û şivanî jî bi çekê xwe gefa kuştinê lê xwar û gotinên pîs jî pê re kirin, ji ber vê jî Elo berê xwe da milîsên Feyleq El-Mecid belkî heqê wî biparêzin, lê çekdaran piştî ku mast û penêr ji şivanî wergirtin, Mihemed Elo bi hovane bi kabl û xertûman eşkence kirin.
Ji ber ku zarokê hawirdene bi motoreke hawirdeyan lîst û pê re ketibû xwar, motor jî li pêş mala Riyad Hesen Salih jî sekinandîbû, bavê zarokê hawirde got ku zarokê wî wisa nekiriye, lê belê zarokê Riyad wisa kirine, bi vî awayî ew yek xiste stûyê vê malbatê, ji ber vê jî hersê çekdarên ji Tedmura Hemsê ku di nava Feyleq El-Şam de ne ( Muaz, Hekîm û Hîşam) roja Pêncşemê di 13.05.2021an de bi ser mala Riyadî de girtin û li pêş endamên malbatê li wî xistin û riswa kirin.
Hawirdeyekî Idlibê dema dît ku çekdar li Riyadî dixin, xwest wan biseknîne, lê çekdaran ew girtin û lêxistin û gefên kuştinê lê xwarin eger careke din xwe têxe van meselan, ji ber vê jî yê hawirdeyê ji Idlibê ji gundî derket û vegeriya Idlibê.
Riyad li pêş polîsê leşkerî li navennda navçeyê gilî kir, lê ji ber ku merivên hawirdeyan jî di polîsan de hene, rabû wan jî li Riyadî li Meydan Ekbes gilî kir bi tuhmeta ku wî li wan hersêyan xistiye. Piştî Riyad ji cem polîsên leşkerî vedigere, ewlehiya Feyleq El-Şam a li Meydan Ekbes a li Rico Riyadî dibin û gefên kuştinê lê dixwen eger ji giliya xwe venegere. Hîn jî dosiye li cem polîsê leşkerî vekirî û tiştek jî nekirine.
Milîsên Siqûr El-Şemal bi fermandariya Ebû Ebdo, ku dest danîne ser gundê Gemrûkê yê Navçeya Mabata, xelkê gundî û bi taybetî xortan neçar dikin bê pere ji wan re kar bikin, çi çinîna çilo be û çi jî karê li nav erdî û zeviyan be. Beriya niha di 11.04.2021an de me behsa wê yekê kiribû ku çekdaran dest danîbûn ser 60 tirektorên herdu gundên Ereb Şêxo û Gemrûkê ji ber ku xwediyê wan razî nebibûn bi belaş ji wan cot bajon.

Rêxistina Mafên mirovan li Efrînê
18.05.2021