Destdanîna ser malên kurdan

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarên Feyleq El-Şam, ku dest danîne ser gundê Kibêşînê yê Şûrawa, roja Yekşemê di 30.05.2021an de 4 malbatên kurd bi zorê ji malê biderxistin, da ku malên wan ji xwe bikin bargeh.
Çekdarên Lîwa WEqas ku dest danîna ser gundê Merwaniyê yê Jêrîn li Navçeya Cindirêsê bi qasî 300 $ li ser welatiyê bi navê Mistefa Diran bac ferz kirin , ji ber ku wî bêyî wan du darên xwe yên zeytûnên yên hişkbibû, di nav zeviya xwe de birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
01.06.2021