Nakokiyên rewtên îslamî di nav milîsên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya Azad de

Navenda Nûçeyan-Efrîn

Xuyaye zincîreya ji hev kuştinê di nav çekdar û fermandarên girûpên ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve zû bi zû bi dawî nabin, bi ser de jî û tevî bêdengiya ragihandinê, çi ji aliyê çekdaran bi xwe û çi ji aliyê tirkan ve weke girtina dora cihên rûdana teqînan an jî şer û pevçûnên kuştinên xwe bi xwe anjî birîna pêwendiyan ji deverên bûyer lê diqewimin, niha ew kûrtir û firehtir bûne.

Herwiha serdana herdu fermandarên Desteya rizgarkirina Şamê (Hey’et Tehrîr El Şam) Ebdila Muhêsnî û Musleh El-elyanî ji bo Efrînê piştî guhertina taqima rêveberiyê a ser bi Tirkiyê ve li Efrînê (guhertina walî û hin rêveberî û serpereştyaran) û guhertinên li pêş di nav encûmenên xwecîhî de bi giştî û civîna bi fermandarên Feyleq El Şam a ser bi Îxwan Muslimîn ve, ew tenê nîşan û çirûskên despêka terorkirinê di nav refên girûpên çekdar bi xwe de ye û despêkirina pevçûnan bi merema tevlîhevkirin kaxezan di navbera fermandarên milîsan de.

Serdana wan di dema teqîna Cindirêsê û pevçûnên Efrînê û teqînên pakêtên teqîner bi çend otombêlan de li cihên cuda yên bajêr hat , lê armanca rasteqîn û sereke ji serdanê girêdayî terorkirina fermandarê bilind ê Feyleq El Şam Ebdo El – Exî ye, ku di 30.12.2020an de li bajarokê Kefer Texarîm ê Idlîbê bi rêya çandina pakêteke Teqîner hatibû terorkirin.

Herwiha serdan bersivek e li ser lêpirsînên ji aliyê fermandarên ser bi Desteya Rizgarkirina Şamê( Hey‘et Tehrîr El Şam) ve û Ceyş El Ize yên odeya operasyonên El Fetih El Mûbîn ve têne kirin ji bo derxistina kujeran ji ber ku ew gelekî ji hikûmeta Tirkiyê nêzîk in.

Teqîna roja înê 04.12.2020 ku totombela serkirdeyê emnî yê Feyleq El Şam Hemze Ebû Zêd bi rêya çandina mayîneke çandî de li ser rêya di navbera herdu gundên Basûfanê û Bi‘iyê, ku di encamê de bi giranî birîndar bibû, tenê despêka zincîreya teqînên terorîstî û şerê xwe bi xwe ye. Da ku berpirsyariyê ji stûyê xwe rakin, wan tawanen dixin stûyê aliyê din, ku karibin bi wê yekê tevlîheviyê çêbikin û welatiyan bi hinceta rabûna bi karên terorîstî birevînin.

06/12/2020

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê