Navenda Nûçeyan-Efrîn: Piştî bidawîhatina demsala çinîna zeytûnan li Efrînê, her çû şerê xwe bi xwe û nakokiyên di navbera milîsên ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya Azad ve firehtir û kûrtir bûn.
Çi kuştina xwe bi xwe ji bo desteserkirina dizîyên xwe bi xwe be , çi destdanîna ser deverin nû bi rêya pêkanîna teqînan be û girtina kurdan bi hincetên pêkanîna wan teqînan, weke hewla terorkirina Hemze Ebû Zêd fermandarê Feyleq El -Şam di 04.12.2020an de li ser rêya di navbera herdu gundên Basûfanê û Bi’iyê bi pakêteke teqîner, Herwiha teqandina otombêla Mihemed El-Hezwanî fermandarê Cebhe Şamiyê li Mabata, ku armanc jê şerê xwe bi xwe bû, lê ji ber şovîniya wan hertim berên xwe didin kurdan û wan digirin û bi vî awayî jî berjewendiyên tirkan pêk tînin.
Ji despêka vê heyvê ve û heya roja 23.12.2020an hejmara girtiyan li seranserî Efrînê 200 kes derbas kir, ku me tenê navên 50 ji wan eşkere kirine û hîn bêtirî 150 yên girtî em navên wan nizanin, bi taybetî girtiyên herdu rojên derbasbûyî li navçeyên Mabata, Reco û Bilbilê. Di lîsta navên girtiyan de li xwarê navên girtiyên bajarokê Mabata ku piştre serbest hatine berdan, tine ne.
A-Navçeya Mabata:
– Gundê Hisê:
1- Xelîl Husnî Hemdî
2- Feysel Fûad Hemalîko
3- Ebdo Genc Xemîs
4- Bangîn Arif Ebdo
– Gundê Şîtka:
5- Nasan Sîno
6- Xemgîn Hemo
7- Kawe Deyan Bîlal
8- Ferhad Mihyedîn Mihemed
B-Navçeya Şiyê:
– Gundê Erendê:
9- Egîd Reşîd Hesen
10- Mihemed Mihemed Hisên
11- Ebdilrehman Xelîl Mistefa
12- Smaîl Mihemed Sîdo
13- Ebdulhemîd Hesûn
14- Ehmed hHec Heyder
-Gundê Mistika:
15- Esed Elo
16- Zekeriya Elo
17- Ebdo Hesen
18- Mihemed Hiso
19- Hewar Silêman
– Gundê Şîtka:
20- Welîd Murad
C-Navçeya Bilbilê:
– Gundê Dîkê:
21- Selah Elo
22- Mistefa Elo
23- Hebeş Erselan Hebeş
D-Navçeya Reco:
– Gundê Gewanda:
24- Reşîd Umer
– Gundê Dêwrêş:
25- Mihemed Elî
26- Îmad Xelîl
23/12/2020
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê