Li Şêrawa welatî di bin gefên girtin û derkirindê de ne

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Bêtirî mehekê ye dorpêça xwarinê, çembera ewlehiyê û gefên çekdarên Fezleq El-Şam li ser welatiyên gundê Basûfanê didomin, ew jî bi tuhmeta pêwendiya bi reveberiya berê û bi Hêzên Rizgarkirina Efrînê re, bi taybetî jî piştî operasyona ku divizabû hêzên navbûrî li dijî tirk û millîsên bi ser ve pêk anîba, lê li dijî gundiyên gundê Kîmarê pêk anîn û di encamê de jî 2 kes bûne qurbanî( Hemo Cengîz Necar 16 salî, Ebdilrehman Hemo 75 salî) û Mesûd Mecîd Cimo, 30 salî, birîndar bû.

Ne tenê ji ber wê jî, lê ji ber armanckirina otombêla Hemze Ebû Zêd fermandarê Feyleq El-Şam bi mayîneke çandî li ser rêya sereke ya Basûfanê û Bi”iyê di 04.12.2020an de, ku ew armanckirin ji ber nakokiyên xwe bi xwe û deshelatdariyê di navbera girûpên çekdar de bû.

Li aliyekî din jî, çekdar ji bo
bidestxistina û standina pereyan bi zorê weke fidye, gefên derkirina gundiyan ji malêln wan dixwen, da ku ereb û turkmenan li şûn kurdan li wan gundan bi cih bikin.

Herwiha beriya niha me eşkere kiribû, ku di 12.12.2020 an de bêtirî 10 gundiyên gundên derdorê hatibûn girtin û bi hovîtî hatibûn eşkencekirin. Heya niha jî hîn çarenivîsa welatiya gundê Basûfanê ya bi navê Xezalê Menan Hisên ne diyar e.

Rêxistina Mafên mirovan li Efrînê

01/01/2021