Piştî diyardeya kuştina xwe bi xwe diyardeya revandinê derketiye

NavendaNûçeyan-Efrîn: Diyardeyeke nû li Efrînê derketiye, ku çekdarên rûgirti û bi bêjameyên werzişî bi êvarî bi ser malên welatiyan de digrin û welatiyan direvînin ji bo Bajarê Ezazê, weke welatiyê bi navê Memo şofêrê mîkroyê yê ji gundê Hisê, Amir Mihemed Henan Hiso û hevjîn û zarokên wî.

Çekdar piştî wan bi hunceta lêpirsînê direvînin Ezazê û li wir jî otombêlên wan jê didizin û wan bi tenê li nîva rê dihêlin.

Ev yek jî tê piştî diyardeya kuştina xwe bi xwe di nav çekdaran de, bi taybetî hewlên terorkirina herdu fermandeyên çekdaran Hemze Ebû Zêd di 04.12.2020an de û Ebû Mihemed El-Hezwanî di 18.12.2020an de, ku ew jî ji ber nakokiyên kesane û berjewendiyên madî bûn.

 

Niha jî û piştî teqîna terorî ya çêkirî ya di 18.12.2020an de, çekdarên Cebhe Şamiyê konên hawirdeyên Xûta û Idlibê ji ser bêderên bajarokê Mabata vedikin û hawirdeyandi malên amadekirî de li gundê Avrazê bi cih dikin û cihê konan jî dikin navendeke tendirustiyê ji bo çareserkirina kêmendaman.
Li nava Bajarê Efrînê bi xwe jî liv û tevgereke zêde û gumankirî ya çekdaran heye, ew jî ji bo çandina tirsê di dilê xelkê kurd de, ku bi hovane û bêserûber bi ser malên xelkê de digirin û wan direvînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

10/01/2021