Girtin û revandina welatiyan didome

NavendaNûçeyan-Efrîn: Girtin û revandina welatiyan bi tuhmetên nerast ji bo bidestxistina pereyan ji aliyê çekdaran ve li seranserî Efrînê didome, ne tenê ji aliyê çekdaran ve, lê belê ji aliyê polisên leşkerî û sivîl û Mîta Tikriyê ve jî.
Li gundê Avrazê yê Navçeya Mabata, Mîta Tirkiyê li gel çekdaran roja Yekşemê di 17.01.2021an de welatiyê bi navê Mihedîn Mihemed Şahîn girtin, û piştî demekê ew serbest berdan.

Li gundê Şêxutka yê Bilbilê jî polîsê leşkerî di 19.01.2021an de welatiyê bi navê Seîd Behrî Şêx Sîdî li rêbenda gundê Emara bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re, girtin û birin navenda leşkerî.
Herdu bira Xebat û Munzir Ebdo Henan, ji gundê Çolaqa yê Bilbilê, dema ji xwe re dîmenên siruştî li nava zeviyan digirtin, ji aliyê çekdarên El-Mutesim Bilah ve li gundê Ze”rê hatin girtin.
Piştî pişkinînkirina telefonên wan jî hin wêneyên kevin ji dema rêveberiya berê ve û dîmenên navendeke leşkerî ya çekdaran hatibûn dîtin, pişt re ew herdu birin navenda ewlehiyê li Ezazê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
22.01.2021