NavendaNûçeyan-Efrîn: Li dewsa parastina rûmet û azadiya gelê sûriyê, çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya Azad (ANSA) bi taybetî li deverên kurdan li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ajendeyên dagirkeriya tirk pêk tînin.
Li gundê Kaxrê yê navçeya Mabata çekdarên Sultan Silêman Şah bi fermandariya Ebû Emşe dûrpêçeke ewlehî û leşkerî danîn ser gund û çûnûhatina nava gund jî qedexe kirin û bi ser malên kurdan de girtin. Ev giştî bi hinceta lêgerîna li wan kesên ku otombêla fermandeyê ewlehiyê Ebû Hisên şewitandine, ji ber vê jî bi dehan kes hatin girtin û eşkencekirin, ew jî ev in:
1- Mistefa Fayiq Mistefa
2- Semîr Fayiq Mistefa
3- Ebdilrehman Fayiq Mistefa
4- Fehmî Elî Ebû
5- Welat Elî Ebû
6- Rifa’î Îso Îso
7- Rênas Mihemed Hiso
8- Nezmî Mihemed Hemreşo
9- Mihemed Fewzî Mihemed
10- Rizgar Mihemed Mihemed
11- Arîf Riyad Cabo
12- Mihemed Nezmî Naso
13- Hemîd Ehmed Xelîl
14- Fayiq Îso
15- Şiyar Cemîl Ebû
16- Cano Ehmed Xelîl
17- Îdrîs Hec Elî Ebû.
Her yek ji Fayiq Îso û Mihemed Nazmî Naso ji ber eşkenceya zêde û têkçûna tenduristiya wan, serbest hatin berdan û niha jî hiş ve çûne, girtiyên din jî ji bo navçeya Şiyê hatin veguhestin.